Partiya Serokwezîr Nîkol Paşînyan careke din bi ser ket

Duh li Ermenistanê hilbijartin pêk hatin. Li gorî encamên ne fermi partiya Serokwezîr Nîkol Paşînya bi ser ket.

Partiya Paşînyan nêzî ji sedî 54,21 a dengan girt. Lê tê gotin wê ev rêjeya deng têrê neke ku hikumet bê avakirin.

Partiya serokkomarê berê Robert Koçeryan di hilbijartinan de bû ya duyemîn. Hat diyar kirin ku partiya Koçeryan ji sedî 20,89 a dengan girtiye.

Li seranserî welat rêjeya tevlêbûna li hilbijartinê derdora ji sedî 50 bû.

Di daxuyaniya partiya Koçeryan de hate gotin ku wê encamên hilbijartinan qebûl nekin.

Derbarê hilbijartinan de serokwezîr Nîkol Paşînyan li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û got,

“Gelê Ermenistanê di nava sê salan de şoreşa duyemîn pêk anî. Vê carê li şûna şoreşa qedîfe şoreşa pola pêk anî.”

Nîkol Paşînyan jî beriya hilbijartinan derbarê avakirina koalîsyonê de peyamên erênî dabû.

Piştî ku Qerebaxa Çiyayî kete bin kontrola Azerbeycanê li Ermenîstanê alozîya siyasî derketibû û rêveberiya Paşînyan hatibû protestokirin. Li ser vê yekê jî bîryara hilbijartinên pêşwext hatibû girtin.

Back to top button