Heyeta yekîtiya Ewropayê serdana rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê kir

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî êrîşên li ser HDP’ê û piştgriya bi HDP’ê re zêde dibin.
Heyetek ji Yekîtiya Ewropa serdana Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê kir.
31 komele û federasyonan jî êrişa li ser HDP’ê şermezar kirin û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.
Îdîanameya ji bo girtina HDP’ê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat qebûl kirin. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar got, “Dozgerê vê dozê desthilatdarî ye, parêzer jî gel e. Em ê destûrê nedin ku HDP bê girtin!”

Nerazîbûna li dijî êrişa li ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz dewam dike.

Heyetek ji Yekîtiya Ewropa serdana Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê kir û ji aliyê parlamenter, Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.

Heyetê destpêkê cihê ku Poyraz lê hatibû kuştin ziyaret kir û sersaxî ji malbatê û HDP’ê re xwest.

Heyet dûre li avahiya partiyê lêkolînên xwe dewam kir, derbarê mijarê de agahî girt, piştî lêkolînê daxuyanî da û wiha got:

Ji bo em êrişa li dijî HDP’ê şermezar bikin, em li vê derê ne. Em di heman demê de dilsoziya xwe pêşkêşî rêveberên HDP’ê yên herêmî dikin.

Piştî daxuyaniyê civîn pêk hat, piştî civînê jî heyetê qerefîl danî cihê ku Poyraz lê hatibû kuştin.

31 komele û federasyonan êrişa li ser HDP’ê şermezar kir

31 komele û federasyonên ku bi pêşengtiya Komeleya Çand, Pêşketin û Alikariya Civakî ya Navçeyên (KAYY-DER) de hatin gel hev, têkildarî êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û kuştina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên bêhejmar ên beriya niha nehatine ronîkirin û kiryar nehatine dîtin ev êriş dewam dikin û ev tişt hat gotin:

Ev êrişa li dijî HDP’ê hatî kirin polîtîk e. Em dixwazin ku ev êriş were lêkolînkirin, ronîkirin û kiryar werin darizandin.

Dawiya bang li kesên alîgirê jiyaneke wekhev û azad hat kirin ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin.

Dadgeha destûra bingehîn îdîanameya li dijî HDP’ê qebûl kir

Li aliyê din Îdîanameya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve ji bo girtina HDP’ê hate amadekirin, 7’ê Hezîranê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hatibû şandin.

Serdozger Bekîr Şahîn di îdîanameyê de xwest ku qedexeya siyasî li 452 kesî bê ferzkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo lêkolînkirina îdîanameyê îro sibehê li hev kom bû.

Dadgehê jî biryar da û îdîanameya li dijî HDP’ê qebûl kir.

Îdîaname ji bo parastina destpêkê wê ji HDP’ê re bê şandin. HDP jî divê di demeke diyarkirî de parastina xwe radestî Dadgeha Destûra Bingehîn bike.

Mîthat Sancar: Dozgerê vê dozê desthilatdarî bi xwe ye

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel endamên rêveberiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşanî îdîanameyê dan û gotin:

“Ev îdîaname li Navenda Giştî ya MHP’ê hate amadekirin, divê her kes bibîne ku dozgerê vê dozê desthilatdarî ye, parêzer jî gel e, Em ê HDP’ê nedin girtin. Hêza me heye ku HDP’ê mezin bikin û biparêzin. HDP fikrekî gelekî xurt e ku pêşeroja ronî ya Tirkiyê ye.”

Back to top button