Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 5 jê çete 9 kes hatin kuştin

Li Idilbê her diçe şer gur dibe, di êrîşa hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên Tirk de 5 jê çete 9 kes hatin kuştin, li Hemayê jî leşkerekî hikumetê hat kuştin.Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 200 roketan başûrê Idlibê topbaran kir.

Di êrîşa hêzên hikumetê a li ser cih û deverên çeteyan yên li Bajaroka Iksim de 5 jê çete 7 kes hatin kuştin.

Di topbarana gundê El-Bara yê başûrê Idlibê jî, du jin hatin kuştin.

her wiha 13 kes li Ihsim û Bara birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku di êrîşa çeteyan a li ser cih û deverên hêzên hikumetê yên li Sehl Xab a bakurê rojavayê Hemayê de leşkerekî hikumetê hat kuştin.

Back to top button