Dagirkeriyên Tirk gundên Girê Spî topbaran kirin

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê jî dewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro gundên Girê Spî topbaran kirin. Şervanên Meclisa Girê Spî ya Leşkerî jî bersiva êrişan dan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve êrişî gundên Girê Spî kir.

Dagirkeran gundên Xirbêt Bekir, Erîda, Qizelî, Meblûca, Siwan, Bîr Zinar, Kor Hesen, Luqluqo û Zenûbya topbaran kir û sivîlên ku li wan gundan kirin hedef.

Şervanên Meclisa Girê Spî ya Leşkerî jî bersiva êrişên dagirkeran da.

Di encama bersivdanê de radarek dewleta Tirk, erebeyeke doçka û kozikek dagirkeriya Tirk hatin rûxandin.

Her wiha di êrişan de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li gundê Siwan birîndar bû.

Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên dagirkeriya Tirk û çeteyan hene.

Dagirkeran bi çekên giran Til Rifet topbaran kir

Duh êvarî jî artêş Tirk navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê, bi çekên giran topbaran kirin.

Artêşa dagirker di van êrîşan de yekser malên sivîlan kirin hedef.

Back to top button