Parlementerên PDK, YNK û Yekgirtûya Îslamî piştgiriya xwe ji bo Şandeya Aşitiyê nîşan da

Parlementerên PDK, YNK û Yekgirtûya Îslamî yên Parlementoya Iraqê piştgirî dan Însiyatîfa Parastina Kurdistanê û diyar kirin ku ew ê daxwazên wan bigihînin aliyên peywendîdar ên Iraqê.
Endamên Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze gotin ku PDK bi rengekî dijber tevdigere û diyar kirin ku sedema bêdengiya YE û NY a li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê ew e ku naxwazin şer were dîtin.

Şandeya Navnetewî ya Aşitî û Azadiya Kurdistanê serdana Ofîsa Parlementoya Iraqê ya Silêmaniyê kir.

Piştî hevdîtinê di civînek çapemeniyê de Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Dr.Bextiyar Şaweys axivî û got ku ew piştgiriya hemû hewildanên ji bo pêkhatina aşitiyê û rawestandina şer dikin.

Li ser navê Şandeya Aştiyê Birze Withoft jî diyar kir ku êrişên Tirkiyê divê ji aliyê hikûmeta Iraq û Herêmê ve neyên qebûlkirin û divê rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan li ser van êrişan rawestin.

Parlementerê PDK’ê Dana Ceza jî anî ziman ku ew piştgiriyê didin hewildanên şandeya aştiyê yên ji bo rawestandina şer.

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî li Parlementoya Iraqê Dr. Musena Emîn jî destnîşan kir ku ew ê daxwazên şandeya aştiyê bigihînin navendên peywendîdar ên Iraqê û da zanîn ku ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê zêdene ji ber wê heta niha hikûmeta Iraqê li beramberî dagirkeriyê bêdeng maye.

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze: Dewleta Tirk sûcê şer kiriye

Endamên Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze li paytexta Belçîka Brukselê civînek çapemeniyê li dar xist û endamên înîsîyatîfê di civînê de axivîn û behsa çavdêriyên xwe ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Endamê beşa lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan a Tifaqa Mafên Navneteweyî û Parastina Azadiyan Andy Vermaût diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye û got:

“Li Metînayê 1500 gundî neçar man ku ji gundên xwe derkevin û 22 gund hatine girtin.

Li Metînayê 7 hezar hektar daristan hate şewitandin û me dît ku bi sedan kamyonan darên hatine birîn, birine Tirkiyê.

Li Avaşînê 16 gund hatine şewitandin. Dewleta Tirk ev gund dagir kirin.”

Vermaût destnîşan kir ku gelek bendên Tirkiyê yên leşkerî li herêmê hene 40 jê gerok 20 jî sabît in, Tirkiye dixwaze bi taybetî herêma Kêste ya Metînayê dagirk bike, her wiha di planê de dagirkirina Mûsil û Kerkûkê heye.

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze: Ditirsin ku li Ewropayê ev şer were bihîstin

Endamê berê yê Şaredariya Cenevreyê Tobîa Schneblî jî diyar kir ku sedema astengiya şandeya wan ew e ku ditirsin ku li Ewropayê ev şer were bihîstin, ji ber ku ev şer li dijî mirovayetiyê ye.

Schneblî anî ziman ku welatê wî Swîsre çekan difiroşe Tirkiyê, ev dron ne bi tenê li Kurdistanê li Ermenistanê jî ji bo kuştina sivîlan tê bikaranîn, ev şerma Swîsreyê ye.

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze: Em dixwazin diyaloga navbera hêzên kurd pêk bînin

Ji sendîkaya karkeran a FTGB a Belçîkayê Quentin Courtois diyar kir ku ew dixwazin pêşî li êrişên dagirkeriyê bigirin, diyaloglê di navbera hêzên Kurd de pêk bînin.

“PDK bi rengekî dijber tevdigere ku nihişete em serdana Şengalê bikin.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û saziyên mîna wan tiştekî nakin.

Ya ku cihê şermê ye jî bêdengiya medyayê ye.”

Back to top button