Kongra Star li kantona Kobanê civînek li darxist

23’yê Hezîrana par, sê jinên pêşeng yên Kurd di encama êrîşeke dewleta Tirk de li gundê Helincê yê Kobanê şehîd bûn.
Îro li Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Helincê, Kongra Star civînek li darxist. Jinên Girê Spî û Eyn Îsa jî, ji bo bîranîna her sê jinên şehîd daxuyaniyek dan.

23’ê Hezîrana 2020’an, dewleta Tirk bi balafireke bê mirov êrîşî gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê kir.

Di encamê wê êrîşê de 3 jinên pêşeng şehîd ketin.

Komkujiya 23’ê Hezîranê wekî hedefgirtina xeta têkoşîna jinan bû.

Li navenda Baqî Xido ya çand û hûnerê ya kantona Kobanê, Kongra Star civînek li darxist.

Bi dehan ji şêniyên Kobanê di civînê de hazir bûn.

Civîn bi armanca bîranîna şehîdên Helincê hate li darxistin.

Kesên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku dewleta Tirk tekoşîna jinana ji bo azadiyê, hedef digre.

Her wiha diyar kirin ku wê salvegera her 3 şehîdan wê li gundê Helincê li darxin, her wiha sersaxî ji malbatê şehîdan re xwet.

Jinên ji Girê Sipî bi daxuyaniyekê şehîdên Helincê bi bîranîn

Jinên li kantona Girê Spî û Eyn Îsa, bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Helincê bi bîranîn.

Di daxuyaniyê de, êrîşên dewleta Tirk ku di ser gundê Helincê hatibû kirin şermezar kirin.

Di dawiyê de jinên kantona Girê Spî soza şopandina riya wan şehîdan dan û serî li dijî binpêkirin dewleta Tirk re
rakin.

Back to top button