Rêveberiya Dergeha Sêmalka ji desthiladariya PDK`ê xwest ji biryarên xwe yên dermirovî ku derheqê rêwiyan de girtine, vegerin.
Rêveberiya Sêmalka bi daxuyaniyekê ev biryarên wan êndawî der barê derbasbûna rêwiyan de şermezar kirin û ev agah da:
1- Kesên nexweş û bûk jî di nav de û ji hemû rêwiyan, bersiva forma wan gerek 48 were dayîn, lê zêdeyî 4 rojan dirêj dike û gelek rêwî xwedî rewşên taybet in û nexweşên penceşêr in û pêwîstiya wan bi derbasbûna lezgîn heye.
2- Bi awayekî derexlaqî rêwiyan di lêpirsînê re derbas dikin û bi se’etan wan radiwestînin.
3- Bi awayekî derexlaqî nêzî biryarên şer dibin.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Sêmalka eşkere kir ku dergeh ji bo kesên formên Ewropî li gel wan hene û niha li Rojava ne, tenê roja çarşemê vekirî ye.