12 roj in, nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD’ê li Hewlêrê girtî ne

12 roj in ti agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser ku li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê de hatin revandin, nayê girtin.
Buroya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku heta niha agahî ji endamên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li Hewlêrê hatin revandin, tune ne û ji PDK’ê xwest, ku aqûbeta wan eşkere bike,
Rewşenbîrên herêma Cizîrê jî dan zanîn ev nêzîkatiyên PDK’ê xizmetê ji berjewendî û yekîtiya Kurdan re nake.

 

Buroya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand hîna tu agahî ji endamên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li Hewlêrê hatîn revandin, tune ne.

Her wiha da zanîn ku çarenûsa van kesan di stuyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye.

Buroya têkiliyan destnîşan kir ku, “ev ne li gorî yasayên dîplomasî û xizmeta doza Kurdî ye.”

“Divê ji bo aqûbeta wan eşkere bibe zext li PDK’ê bê kirin”

Li gorî daxuyaniyê “heta niha cihê wan nayê zanîn û bersiveke fermî nayê vegerandin û êdî metirsî li ser rewşa wan heye”

Buroyê bang li herêma Başûr û rêxistinên navdewletî kir ku,”fişarê li PDK’ê bikin da cihê nûnerê Rêveberiyê û PYD’ê diyar bikin û bi lez werin berdan”

Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Ev nêzîkatiyên PDK’ê xizmetê ji Kurdan re nake

Rewşenbîrên herêma Cizîrê jî derbarê mijarê de axivîn û anîn ziman bûyera binçavkirina nûneran ji aliyê PDK’ê ve bê sedem cihê fikaran e.

Rewşenbîran bang li PDK’ê û Mesûd Barzanî kir ku li xwe vegerin ji ber ev nêzîkatî yekîtiya pêkanîna yekîtiya kurdî bêhtir asteng dike.

Back to top button