Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku rêjeya kuştin û birîndarkirina zarokan li Sûriye, Yemen, Efxanistan û Somalyayê, di sala 2020’an de ya herî zêde bû.
NY di rapora xwe ya salane de her diyar kir ku rêjeya leşkerkirina zarokan, li Sûriye, Kongo, Miyanmar (Borma) û Somalyayê ya herî zêde ye.
NY da zanîn ku di 2020’an de, zêdeyî 8 hezar û 521 zarok li tevaya cîhanê hatin leşkerkirin, 2 hezar û 674 hatin kuştin û 5 hezar û 748 jî birîndar bûn.
Li gor rapora NY, hêzên hikûmeta Şamê ya herî zêde ye ku zarokan biçek dike, wan dikuje û li dijî wan her cure çewisandin û bêmafiyan pêk tîne.