Atêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin

Dewleta Tirk êrîş û topbarankirina herêmê ji xwe re kiriye karekî rojane û roj bêyî van êrîşan derbas nabe. Îro jî Artêşa Tirk û çeteyên xwe berê êrîşan da gundên Minbicê û ew topbaran kirin.

Navenda ragihandinê ya Mecilsa Leşkerî ya Mibicê ragihand ” Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Qîratê yê dagirkirî ku dikeve bakur-rojhilatê Minbicê, bi çekên sivik, navîn û giran gundên El-Cat û Hûşeriyê armanc kirin.”

Topbarana li ser van gundên navborî, demekê dirêj kir.

Ev êrîşên îro bûn..

Duh jî heman dagirkeran gundên Girê Spî topbaran kirin û xwestin gundên mayî jî dagir bikin.

Lê weke her tim şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ji bersivdayîna êrîşan re amade bûn û ew têk bir.

Back to top button