Rûspiyê eşîra El-Bû Esaf a Kantona Girê Spî Hemed El-Qerace bang li gel kir ku qada hundirîn xurt bikin û li hemberî hewldana pêkanîna komployan tedbîran bigirin.
Rûspiyê eşîra El-Bû Esaf Hemed El-Qerace derbarê mijar de ji Ajnsa Anha `yê re axivî.
Hemed El-Qerace got:
Dijminên Rêveberiya Xweser ên ku xizmeta ajandeyên dijber dikin, her tim dixwazin li herêmê provaksyonan derxin da ku ewlehiya herêmê têk bibin.
El-Qerace diyar kir ku eşîrên li kantona Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya QSD`ê kirin ji ber dîtin ku ev hêz parastina axa wan dike.
û li dijî berjewendiyên dagirker ên dagirkirina axa Sûriyê disekine.
Rûspiyê eşîra El-Bû Esaf banga hişyariya li hemberî planên dijmin kir ku bi rêya ajandeyên hundirîn û kesên ku li dijî xwestekên zarokan wan disekinin pêk tîne.