Kongreya Star komkujiya Helincê bibîranî

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn û soza domandina têkoşîn û şoreşa şehîdan a ji bo azadiyê dayîn didin.

Di 23’yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov êrîşî gundê Helincê ya Kobanê kir û di encamê de 3 jinên têkoşer Zehre Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî şehîd bûn.

Di salvegera yekemîn a şehadeta wan de Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî ew bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Em 1’emîn salvegera şehadeta her 3 jinên şoreşger ku di êrîşa dewleta tirk hatin hedefgirtin şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya dezgehên hiqûqî jî şermezar dikin.

Jina kurd pêşengtiya doza azadî û demokrasî ji bo hemû jinên cîhanê dimeşîne. Ji bo wê dewleta tirk jinan hedef digire.

Li Kobanê jinên siyasetmedar û li Fransayê jinên mîna Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstixbarata dewleta tirk ve hatin hedef girtin. Herî dawî jî xebatkara HDP Denîz Poyraz hate hedef girtin.

Koordînasyonê teqezkir ku dewleta Tirk ji vîna jina azad ditirse û wiha bi dawî kir:

Ji ber yê herî zêde pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk disekinin jin in.

Em weke Kongra Star hemû êrîşên di derheqê jinên şoreşger û têkoşer de şermezar dikin.

Banga me ji hemû rêxistinên jinan re heye ku destê xwe bidine hev.

Back to top button