MALBATÊN GIRIYAN: DIVÊ ÊDÎ CENAZE BI SER MEDE NEYÊN

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li girtîgehan ketin grevên birçîbûnê serdana, parlementerên HDP’ê yên bi heman armancê li Amedê di greva birçîbûnê dene, kirin

Malbatan, diyar kirin ku divê demildest tecrîd rabe û êdî bila cenaze bi ser wan de neçin.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene, duh xwestibûn bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin.

Malbat ji ber vê çûbûn Enqerê û di ketina Enqerê de hatin astengkirin û daxwaza wan nehat qebûlkirin.

Hin malbatên girtiyên din jî li Amedê, Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ziyaret kirin.

Malbatên êlekên wêneyên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser wergirtin û piştî serdanê, bi Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn re daxuyanî dan çepemeniyê.

TOSÛN: JI GIRTÎGEHAN 7 CENAZE DERKETIN
Parlementer Remziye Tosûn, got;

“Çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven û girtiyan di asta krîtîk deye. Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Dinava 15 rojna de ji girtîgegan 7 cenaze derketin. Van 7 girtiyan ji bo rakirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Lê li gel vê jî rayedarên hikûmetê bêdengin.”

Kaymaz, da zanîn ku divê dewlet li hemberî van mirinan bêdeng nemîne û got: “Divê demildest mirin bên rawestandin. Lazime ku rêxistinên civaka sîvîl bikevin nava liv û tevgerê. Daxwazên çalakgeran daxwazên mafdar û meşrûne. Êdî guh bidin bangên dayîkan. Divê êdî cenaze bi ser me de neyin û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin.”

Leave a Reply

Back to top button