HPG: Li herêma Avaşînê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin.
HPG’ê ragihand berxwedana dîrokî ya gerîla a li herêma Avaşînê dewam dike.
HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li Avaşînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê berxwedaneke dîrokî tê kirin û gerîla derbên giran li dagirkeran dide û ev agahî parve kir,

“22’yê Hezîranê li dijî dagirkerên li qada Girê Sor a Avaşînê 2 çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”

HPG’ê diyar kir herêmên Metîna, Zap û Avaşînê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

HPG: Ti têkiliya gotinên kesekî ku dîmênên wî hatine parve kirin bi rastiyê re nîne

HPG’ê derbarê kesekî bi navê Înan Çelîk ku 21’ê Hezîranê dîmenên wî ji aliyê Asayîşa PDK’ de hate weşandin de wiha got,

“Ev kes dema di nava refên me de bû ji ber derew, sîcîla sexte û bê exlaqiyê 2 caran ketiye ber lêpirsînê, ji ber vê yekê jî ji erkê hatiye girtin û cara dawî jî dema di lêpirsînê de bû reviyaye.

Şerm e ku Asayîşa HerêmaKurdistanê ya Başûr ji vî kesê ketî hêviyan bike, tiştên ku vî kesî bi temamî bi îdîayên lihevanî diyar kiriye weke ku rastî be nîşan bide. Ti têkiliya gotinên vî kesî bi rastiyê re nîne.

Di van dîmenan de derbarê bûyerên ku behsa wan tê kirin beriya niha ji aliyê me ve daxuyanî ji bo raya giştî hatiye dayin.”

HPG’ê careke ji bo hemû bûyeran banga lêpîrsîna hevpar kir û diyar kirk u divê, gelê Kurd û ti kes qîmetê nede van gotinên provakatîf ên bi dev û rêbaza şerê taybet ê dewleta Tirk.

Li aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayê bii nave Têkoşer Botan ku 14’ê Gulana 2021’ê li Metînayê şehîd bûbû, eşkere kir.

HPG’ê ji malbata gerîlayê şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir gerîla Têkoşer yê ku weke ciwaneke Êzidî gihiştiye kesayetek netewî, jiyana wî ya têkoşer û milîtanîbûna Apocî wê ji bo hemû ciwanên Êzidî her dem bibe mînak.

Back to top button