Li navenda Efrînê zarokek keç a 6 salî hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan bê navber dewam dikin.
Li navenda Efrînê zarokeke keç a 6 salî hat revadin. Navenda belgekirina binpêkirina ya li bakurê Sûrî jî ragihand ku ji destpêka vê salê û heya niha 301 Efrînî hatin revandin.
Li aliyê din çeteji bo dizîna şûnwaran li navçeyên Cindirêsê û Mabata girên dîrokî û cihên olî talan û wêran dikin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîl û dîroka Efrînê her diçe zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê -Sûrî ragihand ku li navenda bajarê Efrînê çeteyan keçek bi navê Roya Mihemed a 6 salî revandin.

Duh Roya li pêşiya Malê hat revandin, heya niha jî çarenûsa wê nediyar e.

Beriya çend rojan jî istixbarata dewleta Tirk du zarokên bi navê Henan Menan Betal ê 15 salî û birayê wî Menan ê 14 salî revandibûn, heya niha jî çarenûsa wan nediyar in.

Ji destpêka sala 2021″an 301 sivîl ji Efrînê hatin revandin

Di vê çarçoveyê de navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakûrê Sûriyê eşkere kir ku dagirkeran ji destpêka vê salê ya 2021’an û heya niha 301 sivîl ji Efrînê revandin.

Li gorî bîlancoya Navendê:

Meha Çile 90, Sibat 77, Adar 58, Nîsan 15 û Gulanê jî 6 sivîl hatin revadin.

Ji destpêka vê mehê ya Hizêranê û heya niha jî 45 sivîl hatin revandin.

Li Cindirêsê û Mabata girên dîrokî û cihên olî hatin wêrankirn

Li aliyekî din çeteyên dagirkeriya Tirk ji bo dizîna şûnwarên Efrînê girên dîrokî û cihên olî wêran û talan dikin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan bi alavên giran girê dîrokî yê li gundê Qirbe قربة yê navçeya Cindirêsê wêran kir.

Çeteyan ji bo lêgerîna xezîne û şûnwaran, darên ku li derdorî gir birîn.

Her weha, hejmarek ji gorên di goristana gund de yên li ser gir in , hatin rûxandin.

Heman malperê, dîmeneke ji mezela Şêx Cemaldîn a li gundê Kokanê yê Mabata weşand.

Di dîmenê de xuya dibe, ku çawa çeteyan mezil wêran û kolandine.

Li gorî Malpera Afrinpost, di mehên destpêkê yên dagirkirina Efrînê de çeteyan ji bo dizîna xezîne û şûnwaran ev mezel wêran kirin.

Back to top button