Projeya çandina sebzeyan di nava hingaran de pêk tê

Li hember dorpêça li ser herêmê û êrîşan, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên çandiniyê yên piçûk bi pêşdixin û hewl didin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin.
Li Til Temirê jî projeyeke çandiniyê hatiye pêşxistin.
Çavdêrê projeyê Îsmet Mihemed diyar kir ew hewl didin projeyê firehtir bikin da ku berheman zêdetir derxin û bişînin sûkên herêmê.

Êrîş, dorpêç û girtina dergehan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike.

Li gel vê jî li herêmê projeyên ji pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ku pêdiviyên şêniyan dabîn bike, tên pêşxistin.

Ji wan projeyan jî Projeya çandina sebzeyan di nava hingaran de ku ji aliyê pisporên çandiniyê yên navçeya Til Temirê ve tên çandin.

Rûbera projeyê 5 donim e û 9 hingar tê de hene.

Tevî ku hilberîna wê baş e lê çavdêrên projeyê hewl didin projeyê firehtir bikin da ku berheman zêdetir derxin û bişînin sûkên herêmê.

Çavdêrê projeyê Îsmet Mihemed li ser projeyê wiha got,

“Ev 3 sal e me dest bi vê projeyê kiriye li gel dorpêçê jî encamên wê erênî ne.”

Mihemed diyar kir ku armanca wan ji van pirojeyan ku sebzeyên bênexweşî û bê hirmon derxin û nirxê wê guncaw bin.

Îsmet da zanîn ku tevî rêjeya serketinê hindike jî lê wan gelek encamên erênî bi dest xistine û got,

”Piştî ku me pêwîstiya sûka navendî ya Til Temirê peyda kir, me sebze daxistin sûkên Hesekê.”

Çavdêrê Projeyê da xuyakirin ku her hefte 2 ton bacanên sor û 2 ton xiyar û hin cûreyên sebzeyên din dadixin sûkê.

Her wiha bal kişand li ser ber firehkirina projeyê, çandina cureyên din ên sebzeyan da ku sepzeyan ji derve negirin.

Îsmet Mihmed di dawiyê de bang li şêniyan kir ku ew jî projeyên wiha pêk bînin ku rêgeza xwetêrkirinê peyda bikin.

Back to top button