Şandeya Aştî û Azadî ya navneteweyî serdana Tevgera Azadî û Hizba Komunîst kir

Nerazîbûn û çalakiyên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê zêde dibin.
Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî, Hizba Komunîsta Kurdistanê û Waliyê Silêmaniyê kir.
Berpirsê Tevgera Goran Dilêr Hisên jî diyar kir ku ew ne alîgirê şerê di nava aliyên Kurd de ne û got çareserî diyalog e.
Yek ji peşmergeyên dêrîn Salih Gurî Espî jî li ber hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re rabû û got, “PDK nokertiyê ji dewleta Tirk re dike.”

Li Silêmaniyê hevdîtinên şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî hevdîtinên xwe berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de şandeya Aştî serdana Tevgera Azadî kir.

Di hevdîtinê de dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya şerê Kurd bi Kurd guftûgo kirin.

Endama Şandeyê Aştî û Azadiyê Nîko Vogêl got:

“Em piştgiriya gelê Kurd dikin û em ji bo alîkariya gelê Kurd hatine. Pêşiya şerê kurdkujî bigirîn. Li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah jî axivî û xemgîniya xwe derbarê astengiyên pêşiya endamên şandeyê li Hewlêrê anî ziman û got ku bi salane ew di nava têkoşînê de ne û niha destkeftî û azadî bi dest dikeve ev jî bi saya bîrdoziya Rêber Ocalan e.

Şandeya Aştî û Azadiyê piştî serdana Tevgera Azadî çû serdana Baregeha Hizba Komunîsta Kurdistanê ya li Silêmaniyê û Hizba Komunîsta piştgiriya xwe ji bo hewildanên aştiyê anî zimna.

Waliyê Silêmaniyê piştgirî da hewildanên şandeyê

Paşê Şandeya Navnetewî li gel Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî civiya.

Waliyê Silêmaniyê nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anî ziman û piştgiriya xwe ji hewildanên şandeyê re nîşan da.

Berpirsê Tevgera Goran: Em ne alîgirê şerê navxweyî ne çareserî di diyalogê de ye

Serokê Koma Tevgera Goran a Meclîsa Parêzgeha Hewlêrê Dilêr Hisên jî diyar kir ku wek Tevgera Goran bi ti awayek ne alîgirê şer û nakokiyên nava aliyên Kurdî ne.

Dilêr Hisên bang PDK û PKK’ê kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Pêşmergeyê Dêrîn: PDK nokeriyê ji dewleta Tirk re dike

Yek ji serkirdeyên peşmergê dêrîn ên şoreşa Başûrê Kurdistanê Mam Salih Gurî Espî jî li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tiriyê re derket û got:

Ger PDK alîkariya Tirkiyê neke, yek leşkerên Tirk nikarin derbasî xaka Herêmê bibin.

PKK şerê navxweyî naxwaze, lê PDK provakasyonan dike.

Ger PKK li van çiyayan nebe, wê sibe Tirkiye ji Hewlêrê ta Ranya û Qeladizê dagir bike.”

Pêşmergê dêrîn balkişand li ser peyama Murad Karayilan a li dijî şerê navxweyî û wiha domand:

“Peyama Murad Karayilan peyamek di cih de ye.

Ez jî heman daxwazê ji Mesûd Barzanî dikim, dest û çavên wî maç dikim, ger xwe wek mezinê Kurdan dibîne divê gel û welatê xwe biparêze û bila li gel PKK’ê û YNK bicive û li hev bikin.”

Helebceyî: Divê rêxistinên civaka sivîl û beşên civakê nerazîbûnê nîşan bidin

Welatiyên Helebceyê diyar kirin ku êrişên Tirkiyê ne li ser gerîlayên PKK’ê ye, li ser tevahiya gelê Kurd e ji bo wê pêwîst e rêxistinên civaka sivîl û beşên civakê nerazîbûna xwe bînin ziman.

Helebceyî bang kir ku divê hikûmet û parlamento bi hemû riyên peywendî û yasayên navneteweyî bi her cûrî li hemberî dagirkeriyê derkevin.

Back to top button