17 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê hatin girtin

Li Dêra Zorê Yekîneyên Dijî Terorê 17 endamên şaneyên DAIŞ’ê û kesên ku wan bi re kar dikin girtin.

Yekîniyên Dijî Terorê-YAT yên Hêza Sûriya Demokratîk QSD’ê li bajarê El-Bisêra yê Dêrazaorê, opersyonek li dar xist.

Ev operasyon bi piştgiriya Hêzên Koalisyona Navnetewî pêk hat.

Di encama operasyonê de 17 endamên şaneyên DAIŞ’ê û kesên bi wan re kar dikin hatin girtin.

Her wiha hemû çekên kesên girtî jî hatin desteserkirin.

Back to top button