“Ew ê nikaribin me ji têkoşîna me ya jiyana bi rûmet dûr bixînin”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku bi êrişên mîna ya li Îzmîrê û doza girtinê, HDP na-qede û destnîşan kirin, ku têkoşîn wê bê mezinkirin.

Li Tirkiye û bakurê kurdistanê êrişa li ser avahiya HDP’ê û qebûlkirina îdîanameya ji bo girtina HDP’ê bûye rojev û bertekên tund derdikevin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li meclîsê di civîna koma partiya xwe de axivî.

Bûldan got, kedkara me ya partiyê Denîz Poyraz kuşin, careke din li hêviya aştiyê dan û îradeya me ya jiyana bi hev re kirin hedef.

Ew ê nikaribin me ji têkoşîna me ya jiyana bi rûmet dûr bixînin. Dîroka têkoşîna me, dîroka berxwedana bi rûmet e.

Rêya me aştî û azadî ye. Em soz didin xeyalên Deniz ku xeyalê bi milyon kesan e li vî welatî pêk bînin.

Bûldan diyar kir ku kuştina Poyraz dijminatiya li hemberî Kurdan e. dijminatiya li hemberî aştî û jinan e û weha bi dawî kir:

Li Rojava DAIŞ e, li Tirkiyê mafya û çete ne, darbeya girtina HDP’ê ye.

Sûcdarê talana xwezayê, qirkirin, tundî û kuştinê yeke, wekî di kuştinên berê de li qetlîama Îzmîrê li ser sûc hatin girtin.

Tayîp Temel: Piştî kuştina Poyraz mijara girtinê kete rojevê, lewma manîdar e

Parlamenterên HDP’ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç jî kuştina Poyraz û îdîanameya ji bo girtina HDP’ê nirxandin.

Parlamenter Temel destnîşan kir ku di bingeha polîtîkayên AKP’ê dijî HDP’ê desthilatdariyê heye û got:

“Bêguman dema doza girtinê û komkujiya li Îzmîrê manîdar e.

Bi kuştinê xwestin peyamê bidin hêzên demokrasiyê yên ku xwe nêzî HDP’ê dikin. Lê belê ev yek hate pûçkirin.

Temel diyar kir ku HDP’ê plansaziyeke berfireh daniye ber xwe û got, hemû hêz diyar dikin ku amade ne HDP’ê biparêzin û piştgiriya HDP’ê bikin.

Mûrat sarisaç: Li qada siyasî nikarin bi HDP’ê

Parlamenter Sarisaç jî doza girtinê weke pêvajoyeke polîtîk nirxand û got:

Ev doz bi temamî bi dijminatiya li Kurdan tê meşandin. Ev yek konsepteke. Li qada siyasî nikarin bi HDP’ê, lewma jê heye ku bi girtinê wê karibin bi HDP’ê.

Yên ku winda bikin ew kes û hêz in ku bi girtina partiya me ne.

Sarisaç destnîşan kir ku ew hêza xwe ji hilbijêran werdigirin û got:

Em hêza xwe ji gel werdigirin. Yekane hêza ku em xwe dispêrinê têkoşîna me ya mafdar e.

Back to top button