Îro şandeyek ji Katalonya serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir

Şandeyeke ji Catalonia serdana herêmê kirin û hevdîtin bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk anîn.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî û sîstema rêveberiya xweser û sûc û hovîtiyên li herêmên dagirkirî, hatin nîqaşkirin.

Îro şandeyeke Catalonî ku ji du endamên parlementoya Catalonia Iulia Regovat, Robin Wagensberg û endamê meclisa bajarê Barcelona Laura Breeze pêk tên, serdana Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwesr kir.

Şande ji aliyê hevserokatiya Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer û Daniya Remedan û endama Desteya Rêveber a Dayîreyê Sena Deham ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de girîngiya sîstema Rêveberiya Xweser û modela wê di rêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya Sûrî û girîngiya çareseriya siyasî, rewşa aborî û zehmetiyên ku rastî Rêveberiya Xweser tên, hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de, bal hate kişandin li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, guhertina demografiya herêmên dagirkirî, avakirina mêtigehan, qutkirina ava çemê Firatê û bandora wê li ser jiyana bi milyonan sivîl.

Girngiya pêşxisitna têkiliyên di navbera herêma Catalonia û Rêveberiya Xweser jî cihê xwe di nîqaşan de girt

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdilkerîm Omer di hevdîtinê de behsa girîngiya vekirina dergehê Til Koçer ê sînor kir da ku alîkariyên mirovî werin pêşkêşkirin.

Şandeyê jî anî ziman ku dixwazin rewşa siyasî û civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zehmetiyên ku rastî niştecihên herêmê tên nas bikin, da ku karibin alîkariyê bikin û van pirsgirêkan çareser bikin.

Back to top button