Pentagon: Hurgiliyên piştevaniya mayîna Tirkiye li Efxanistanê hat nîqaşkirin

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ragihand ku ji bo mayîna Tirkiye li Efxanistanê wan li ser hûrguliyên piştgiriya ku jêre bê dayîn axivîne.
Hîna li ser mijara ka wê alîkariyek çawa were dayîn, lihevkirinek sereke pêk ne hatiye.

Li Efxanistanê, bi vekişîna hêzên DYA û NATO yê re, Tirkiye dixwaze herêmê bêxe bin kontrola xwe.

Ji bo vê yekê jî di her fersendê de, Enqere banga piştevaniyê dike.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA John Kirby جون كيربيtêkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarê agahî da.

John Kirby careke din teqezî li ser dema vekişîna ji Efxanistanê kir û got,

Di dema ji bo vekişînê hati diyarkirin de ti guhertin pêk ne hatiye.

Li ser pirsa di pêwendiya têlefonê ya di navbera Wezîrê Parastinê ya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin de, li ser parastina Balafirgeha Hamid Karzaî ya Kabûlê lihevkirinek çêbû? Kirby ev bersiv da.

Ev mijar di hefteya derbasbûyî li civîna NATO di navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Erdogan de, hatibû nîqaşkirin.

Hatibû gotin li ser mijarê civîn wê dewam bikin.

“Tirkiye pejirand ku di parastina balefirgehê de serkêşiyê bike. Lê hîna li ser hûrgiliyan tê xebitandin. Hîna pir tiştê ku divê werin kirin hene. Wan got, ew hewceyê piştgirîya DYA û civaka navneteweyî ne. ”

Li ser pirsek din ya ku gelo DYA amdeye di warê lojîstîk û fînansal de piştevaniya Enqerê bike? Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA diyar kir ku ew hîna li ser mijarê di nava danûstandinan de ne.

Ev piştevanî wê di kîjan warî de be, hîna ne diyare.

Talîban: Piştî 11’ê Îlon her hêzek li Efxanistanê bimêne dagirkere

Tevî van hewildanên mayîna Tirkiyê li Efxanistanê, tevgera Talîban jî bihêrs bûye.

Talîban di her fersendê de Enqerê hişyar dike ku piştî dîroka ji bo vekişînê ku hatî ragihandin bi dawî bû, ew ê her hêzeke li welat bimêne bibe armanca êrişên wan.

Back to top button