Merkel û Draghi dixwazin Tirkiye penaberên Sûrî li welat bihêle

Serokwezîra Almanyayê Merkel, diyar kir ku divê ji bo penaberên Sûrî piştgiriya malî ya Tirkiyê bê dewamkirin û lihevkirina penaberan bê rojanekirin.
Lê partiya Merkel CDU di mijara Tirkiyê de, mina Merkel nafikire.
Serokwezîrê Îtalya Draghi jî got, wê di civîna YE de ev mijar bi berfirehî were nîqaşkirin.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, xwestin peymana penaberan a ku di sala 2016’an de bi Tirkiyê re hatibû îmzekirin bê dirêjkirin.

Angela Merkel, diyar kir ku di dema nû de pêwistî bi perspektîfekê heye û got,

wê mijar rojên pênçşem û înê di Civîna Bilind a Serokên Yekitiya Ewropayê (YE) de bê rojevê.

Merkek, xwest ku alikariya ku ji bo Tirkiyê bê dewamkirin û bi nîşandina Mario Draghi, ev tişt got:

“Em her du jî xwedî heman fikrê ne ku bêyî hevkariya Tirkiyê em ê nikaribin bi pêş ve biçin.”

Draghî, gotinên Merkel qebûl kir û bal kişand ser derbasbûnên penaberan ên ji Afrîkaya Bakur ber bi Ewropayê û wiha got:

“Divê YE bêtir li Afrîkaya Bakur hebûna xwe nîşan bide. Mijar ne tenê piştgiriya Libya û Tunisê ye. Divê koçberiya qaçax bê kêmkirin û bijarteyên koçberiya qanûnê bên zêdekirin.”

18’ê Adara 2016’an, di navbera Tirkiye û YE’yê de derbarê penaberan de paymaneke hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de, Tirkiye destûr nedida penaberên Sûrî bi rêyên qaçax derbasî YE’yê bibin û di berdêla vê de Tirkiye ji YE’yê alîkariya maddî digirt.

Beriya daxuyaniya Merkel Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî destnîşan kiribû ku peymana penaberan a bi Tirkiyê re bê rojanekirin û gotibû berjewendiyeke mezin a YE’ê di vê de heye.

Partiya Merkel CDU di mijara Tirkiyê de tiştekî din dibêje

Li aliyê din tevî van gotinên Merkel û Maas jî partiya wan CDU û partiya hevpara wan a desthilatê CSU’yê jî bi danezaneke hilbijartinê dijî endamtiya Tirkiyê ya YE’yê derketin.

Partiyan, di danezana xwe de bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê û gotin, heke careke din ew bên desthilatê rê nedin ku Tirkiye bibe endamê YE’yê.

Back to top button