Di sala 2020’an de, ji ber şerê li seranserê cihanê zêdeyî 8 hezar û 500 zarok hatine biçekirin.
Di encama şerê rûdayîn de jî, nêzî 3 hezar zarok mirine.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres raporta salane ya “Zarok û Pevçûnên Çekdarî” pêşkêşî Konseya Asayişa Navdewetî kir.
Guterres di raporê de behsa kuştin û birîndarkirina zarokan, destdirêjiya cinsî li ser zarokan, binçavkirin an leşkerkirina wan, rêgirtina li gihîştina alîkariyan û armanckirina dibistan û nexweşxaneyan kir.
Di raporê de hate gotin, di 21 şer û pevçûnan de binpêkirin li dijî 19 hezar û 379 zarokan hatine kirin ku piraniya wan di sala 2020’an de li Somal, Kongo, Efxanistan, Sûriye û Yemenê pêk hatine.
Di nava sala borî de, 8 hezar û 521 zarok hatine biçekirin, 2 hezar û 674 zarok di şerên cuda de hatine kuştin û 5 hezar û 748 jî birîndar bûne.
Herwiha di raporê de lîsteyeke reş jî heye.
Armanckirin ji vê lîsteyê jî “lîsteya şermê” ji aliyên şer û pevçûnan re hebe.
Ev yek jî, bi hêviya ku wan tedbîrên parastina zarokan bi cih bînin e.