​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn

Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Şehîdên Komkujiya Helinê li ser gorên wan bi bîr anîn.

Sê jinên têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle hatin bibîranîn.

Tê de Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Sara Xelîl anî ziman: “Jinan bi saya ramanê Rêber Ocalan gavên mezin avêtin û mînaka wê jî şehîdên komkojiya Hilincê bûn yên bi azadiya xwe hatin nas kirin.”

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî eşkere kir bila tevahî cîhan zanibe ku her çiqasî êrîş zêde bibin vîna wan a berxwedanê zêdetir dibe.

Sûad Mistefa dawiyê bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî kirinên Erdogan bêdeng nemînin.

Back to top button