Şêx Cengî: Em tevlî şerê binkeftî yê birakujiyê nabin

Hevserokê YNKê Lahor Şêx Cengî di civîna li gel şandeya Amerîka de carek din teqez kir ew tevlî şerê binkeftî yê birakujiyê nabin. Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Ebdullah jî, diyar kir ku dewleta Tirk hebûna PKK dike hincet, lê ne rast e, armanca wê dagirkirina Başûr e.

Şandeya Amerîka ku ji Balyozê Amerîka yê Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk tê, serdana Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrur Barzanî kiribû

Duh jî, şandeya Amerîka serdana Hevserokên YNK’ê kir, têkildarî hevdîtinê Hevserokê YNKê Lahor Şêx Cengî daxuyaniyek da.

Lahor Şêx Cengî got “Ji bo dîtina rêyên çareseriya pirsgirêkan û yekrêziya nava aliyan a ji bo aramiya herêmê, hem fikir bûn.”

Şêx Cengî ji bo bidestxistina mafên kurdan li Bexdayê eşkere kir wê piştî hilbijartinan hewldan hebin.

Şêx cengî anî ziman ku “Wan carek din diyar kir ew tevli şerê binkeftî yê birakujiyê nabin” û daxwaz kir bi aştî dawî li aloziyên heyî were anîn.

Her wiha di civînê de behsa rewşa Şengalê jî hate kirin û îşaret bi paşxistin û tevlînekirina Êzidiyan a di lihvekirina li ser Şengalê jî hat kirin.

Arêz Ebdullah: Ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî, YNK’ê amade ye bibe navbênkar

Di heman çarçoveyê de, Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Ebdullah da zanîn ew ê li dijî şerê birakujiyê bisekinin û ji bo aramkirina rewşê jî amadebûna partiya xwe ji bo navbeynkariyê nîşanda.

Arêz Ebdullah destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk dagirkirina tevayî xaka Başûrê Kurdistanê ye, ne ji ber PKK’ê ye.

Her wiha Ebdullah diyar kir ku haya YNK’ê û Wezareta Pêşmerge ji tevgera hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla ve tune û anî ziman ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa Tirk çûne qadên gerîla.

Endamê Rêveberiya YNK’ê anî ziman ku pêwîst e PDK’ê jî PKK’ê wek behaneya dagirkeriya Tirk nîşan nede û bi diyalogê nakokiyên heyî çareser bikin.

Back to top button