TU ÊRÎŞÎ BAKUR Û Û ROJHILATÊ SÛRÎ BIKÎ, TI YÊ ENCAMÊN XERAB BIBÎNÎ

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo hişyarî da Dewleta Tirk û got,
Eger tu êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî bikî, tu yê encamên xerab bibînî..

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pepeo di Kongryeke Çapmeniyê bi hempişeyê xwe yê Tirk li Waşntonê go hişyarî da Dewleta Tirk a dagirker ku eger êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike wê encamên xeter û xerab bi xwe bîne.

Wezareta Karê Derve ya Emerîka bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîr Pepeo piştgiriya xwe ji bo dansûstandinên têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî nîşan daye û hişyarî daye Tirkiyê ku êrîşa li ser vê herêmê wê encamên xerab bi xwe re bîne.

Serokê AKP’ê Erdogan berî hilbijartinên herêmî yên ku derbeyek giran tê de xwar gotibû, wê mijara Sûrî li meydanê çareser bikin.

Ev hişiyariya Emerîka di wextekê de hat ku, peywendiyên herdû dewletan ji ber helwesta Emerîka ji êrîşa TIrkiyê û fuzeyên S-400 di aasteke xerab de ne.

Ji lewre di heman kongreyê de, Mike Pempeo metrisiya xwe ji ber kirîna Tirkiyê ji S-400 yên Rûsî re anî ziman.

Leave a Reply

Back to top button