Girtina endamê Rêveberiya Xweser dikeve xizmeta dewleta Tirk

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ya li taxa Şêxmeqsûd Bedran Hemo diyar kir ku revandina nûnerên Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK’ê ve, dikeve xizmeta armancên dewleta Tirk de.

Tê zanîn ku heta niha PDK’ê tu agahî der heqê kesên ku hatine revandin eşkere nekiriye.

Der barê mijarê Bedran Hemo da zanîn ku gelê kurdistanê di qonaxek hesas de derbas dibe û dewleta Tirk armanc dike ku xaka başûrê kurdistanê dagir bike.

Hemo wiha domand:

“Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyên PYD’ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve, diyar dike ku PDK’ê li gorî siyaseta Tirk kar dike. ”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD Bedran Hemo bang li PDK’ê û hemû aliyên siyasî kir da ku diyalogeke kurdî neteweyî li dar bixin û li gorî siyaseta dewleta Tirk tev negerin.

Back to top button