Yemen..li Meribê 90 kes hatin kuştin

Li bajarê Me’ribê yê Yemenî şerekî dijwar di navbera Artêşa Yemenê û Çekdarên Hûsî de qewimî, 90 kes hatin kuştin.

Dezgehên çapemeniyê yên Yemenê ragihand ku li Me’ribê roja duşem û sêşemê şerekî dijwar di navbera çekdarên Hûsî û hêzên hikûmetê de rû daye.

Di encama vê şerê de 90 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Rayedarên hikûmeta Yemînê encamê şerê 2 rojan eşkere kir û ragihand 27 kes ji hêzên Yemenê û 63 jî ji çekdarên Husî hatine kuştin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beriya niha Çekdarên Husî daxwaza vekirina balafirgeha San’ha ya ku ji 2016′ an ji hêla Siûdiyê ve hatibû girtin, kirin.

Back to top button