Rojnamevan Ranj Osman: PDK ji alî leşkerî, îstîxbarî û aborî de Başûr radestî Tirkiyê kiriye

Siyasetmedar, rojnamevan û welatiyên Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û û bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.
Parlamenterê Iraqê Mehemed El-Beldewî ragihand ku wê parlamento di rûniştina xwe ya roja yekşemê de êrîşên dewleta Tirk bike rojev.
Endamên Şandeya Aştiyê ya Navnetewî yên ku demek bû li Başûrê Kurdistanê hevdîtin dikirin û îro vegeriyan Almanyayê hatin binçavkirin.

Dewleta Tirk bê navber êrîşî Başûrê Kurdistan dike û hewldide dagirkeriya xwe berfrih bike.

Nerazîbûn û çalakiyên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşan jî zêde dibin.

Rojnamevan Ranj Osman axîvî û balkişand li ser hevkariya PDK’ê û dewleta tirk û got:

Têkiliya di navbera dewleta Tirk û berpirsên Başûrê Kurdistanê de pir xurt e.

Dewleta Tirk ku ji sala 90’î ve bi hevkariya PDK’ê bargehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava dike. Niha li herêmê serwerbûye.

Dewleta Tirk ne tenê di milê leşkerî di milê îstîxbarî, aborî de jî serweriya xwe li herêmê ferz kiriye.

Ev yek dihêle ku dewleta Tirk berpirsên wê wekî alavekî li gorî berjewendiyên xwe yên dagirkerî têxe tevgerê.

Divê PDK vê xeteriyê bibîne û nebe sedema şerênavxweyî”

Dr.Karzan Ebdullah: Divê Kurd nebin lîstoka destê dagirkeran

Rektorê Kolêja Teknîkî ya Helebceyê Dr.Karzan Ebdullah jî li dijî dagirkeriyê balkişand li ser rola rewşenbîr û zanîngehan û got:

“Mixabin zanîngehên me nekarîne wek pêwîst rola xwe di van mijaran de bilîzin.

Nekarîne ji çarçoveya dîwarên zanîngehê derbaskin. Divê ji vê çarçoveyê derkevin û bikarin bi rolek baştir rabin.”

Di dawiyê de Dr.Karzan diyar kir ku divê em Kurd nebin lîstoka destê dagirkeran, dema Kurd dibin xwedi helwestek hevpar dagirker nikarin têkevin nava axa Kurdan.

Mehemed El-Beldewî: Wê parlamento êrîşên Tirkiyê gotubêj bike

Ji aliyê xwe ve, parlamenterê Koma El-Fetih a Parlamentoya Iraqê Mehemed El-Beldewî ragihand ku wê parlamento di rûniştina xwe ya roja yekşemê de êrîşên dewleta Tirk gotubêj bike.

Mehemed El-Beldewî diyar kir ku pêwîstbû mijar di rûniştina duh a parlamentoyê de bihata nîqaşkirin, lê ji ber ku hinek aliyên siyasî di rûniştinê de amade nebûn, mijar nehatiye nîqaşkirin.

El-Beldewî destnîşan kir ku di rûniştina roja yekşemê de, eger pirsgirêkek din dernekeve, wê mijara dagirkeriyê were rojevê û bê nîqaşkirin.

Endamên şandeya Aştiyê yên vegeriyan Almanyayê hatin binçavkirin

Li aliyê din endamên Şandeya Aştiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk demek beriya niha hatibûn Başûrê Kurdistanê û rêzehevdîtin kirin.

Endamên şandeyê li Hewlêrê hatibûn astengkirin û piştî daxuyaniya li vir derbasî Silêmaniyê bibûn.

Endamên şandeyê li Silêmaniyê û navçeyên wê bi gelek partî, rêxistin û saziyan re hevdîtin pêk anîn û danustendin kirin.

6 Endamên şandeyê îro vegeriyan Almanyayê, li balafirgeha Frankfurtê ji aliyê polîsên Alman ve hatin binçavkirin.

Back to top button