Rizgar Qasim: Divê PDK`ê piştgiriya dewleta Tirk neke

Serokê Tevgera Nûkirin a Kurdistanê Rizgar Qasim diyar kir ermanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd e.

Têkildarî mijarê Rizgar Qasim ji Ajansa Hawar’ê re axivî û got:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê ya pê re kir û diyar kir ku ev siyaset armancên dijmin ê qirkirina kurdan pêk tîne .

Qasim balkişand li ser partiyên siyasî jî û wiha pê de çû:

“Li Rojava jî gelek partiyan roleke neyînî lîstin ku xwe spartin hembêza dewleta Tirk a dagirker,û zirarê dan gelê kurd.”

Qasim bang li hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê di serî de PDK`ê kir ku nekeve xafka dagirkeriya Tirk.

Back to top button