4’Ê NÎSANÊ LI WARGEHA PENABERAN YA MEXMÛRÊ HAT PÎRÊZ KIRIN

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jî rojbûna Rêber Ocalan bi tevlîbûna xelkê wargehê, bi birîna pasteyê hat pîroz kirin,

Pirozbahiyê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevayî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hat destpêkirin.

Piştre ji Meclîsa Îştar Cîhan Çiya li ser girîngiya rojê axivî.

Çiya rojbûna Ocalan li tevahî şervanên azadiyê, berxwedanvanên girtîgehan, çalekgerên di greva birçîbûnê de û gelê Kurd pîroz kir.

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana Ocalan hatibû amadekirin hat nişandan.

Her wiha pasteya ku ji bo Ocalan hatibû çêkirin ji aliyê çend dayîkên şehîdan ve hat birîn.

Pîrozbahî bi gurzek sitran ji koma şehîd Nudem û gerandina govendê bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button