Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi Coronayê ketin

Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 39 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine.

Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên bi Coronayê ketine 18 mêr û 21 jin in.

Mistefa da zanîn ku 3 kesên din jî ji vîrosa Coronayê baş bûn.

Heta niha hejmara pêketiyên Coronayê li herêmê gihaştiye 18 hezar û 435 kesan ji wan 761 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 816 kes jî baş bûne.

Back to top button