Ji navçeya Raco ya Efrînê sivîlekî 33 salî hat revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran ji navçeya Reco sivîlekî 33 salî revand, li navçeya Cindirêsê jî sivîlek êşkence kir.
Di çarçoveya guhartina demografî de jî li navçeya Şera wargehek ji malbatên çeteyan re tê avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî, sûcên xwe yên hovane, her diçe zêde dike.

19’ê Hizêranê, çeteyan bi tewanên nerast şêniyê bi navê Xelîl Elî Hemze yê 33 salî yê ji gundê Goliya yê navçeya Raco revand.

Hat destnîşankirin ku 26’ê Gulana borî, çeteyan bavê Xelîl ê bi navê Elî Hemze yê 65 salî jî revandibû.

Li navçeya Cindirêsê sivîlekî bi giranî hat êşkencekirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Kefersefrê yê Cindirêsê sivîlekî li pêşiya malbata wî bi giranî hat êşkence kirin.

Li gorî Çavdêriyê, ji ber ew sivîl li hember kiryarên çeteyan bertek nîşan da, bi giranî hat êşkence kirin.

Li navçeya Şera 2000 mal ji malbatên çeteyan re tê avakirin

Di çarçoveya guhartina demografiya û belavkirina fikrên tundrew dewleta Tirk planên xwe dewam dikin.

Di navbera gundên Omera û Qestel Cindo yên navçeya Şera dagirkeran wargehekê ji malbatên çeteyan re ava dike.

Hat ragihand ku ev wargeh li cihê daristaneke ku çeteyan beriya niha darên wê birîn û erdê wê şewitandine ava dike.

Her weha di vê wargehê de wê 2 hezar mal bê avakirin.

Ji bo belavkirina fikrên tundrew mizgeft li Bilbilê û Şera tên avakirin

Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker bi riya komeleyên girêdayî rêxistina Ixwan El-Muslimîn mizgeftan li Efrîn û gundên wê ava dike.

Komeleya bi navê ” Komeleya Eyadî El-Beydaa” bi piştgiriya ji şêniyên bajarê Qilinsiwe yê Filistînê mezgeftekê li gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê ava dike.

Li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera jî, Komeleyek bi navê “Xazî El-Şam” mizgeftekê ava dike.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî, di gundê Dêrsiwanê de berê mizgeft hatiye avakirin û ew mizgeft li herêmê yê herî kevnar e, tevî wê jî dagirkeran mizgefteke din lê ava dikin.

Back to top button