Keştiya şer a Rûs û Îngilistanê li Derya Reş hatin pêşberî hev

Balafira Rûsî bi hinceta ku sînorê Derya Reş binpê kiriye li dijî keştiya şer a Îngilistanê guleya hişyariyê berda.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastina Rusya ve hat dayin de, hat îdia kirin ku keştiya şer a Îngilistanê “Defender” herêma Felenk ku dikeve rojavaye Kirimê rayeyên deryayî binpê kiriye.

Wezaretê diyar kir ku balafira şer “Su-24M” li asîmanê herêmê firiya û Keştiya Rûsî ya ku sînoran diparêze jî ji bo hişyariyê gule berdaye keştiya Brîtanî.

Su-24M piştî 9 deqeyan û pêde hişyariya bombebaranê li keştiya Defender kiriye.

Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku keştiya cengê ya Brîtanî bi kiryarên hevbeş ên Fîloya Derya Reş a Rûsî û parêzvanên sînor ên Saziya Ewlehiya Federal a Rûsî (FSB) ji sînor derket.

Têkildarî bûyerê bang li Balyozê Brîtanî li Moskow hate kirin.

Herêma Felenk ku tê îdia kirin binpêkirin lêpêk hatiye, herêmeke dive nava xaka Kirimê.

Rûsya 2014’an Kirim dagir kir.

Li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî, Kirîm parçeyek ji xaka Ukraynayê ye.

Back to top button