Ciwanên Kurd ên li Saratovê konferansa xwe li dar xist

Ciwanên Kurd ên li herêma Saratova ya Rûsyayê konferansa xwe ya yekemîn pêk anî. Di konferansê de girîngiya rêxistinbûna ciwanan ya li dijî êrîşên dagirkeriyê hat destnîşankirin.
Ciwanên Kurd yên li Ewropayê jî tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ku Komalên Ciwan li hemberî êrişên dewleta Tirk da destpêkirin, bûn.

Ciwanên Kurd ên li herêma Saratovê ya Rûsyayê, konferansa xwe ya yekemîn lidar xist.

Konferans li navçeya Yerşovê, li Navenda Çanda Kurd pêk hat û ji navçeyên cuda yên herêmê nêzî 70 delege tevlî bûn.

Berdevkê Rêxistina Ciwanan Hiseyn Yûsûpov di destpêka konferansê de axivî bal kişand êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda giran a ser Rêber Ocalan.

Beşdarên konferansê ragihandin ku pêkhatina konferansê di demeke wiha giran de, gelekî girîng e û işaret bi êrişên li ser gelê Kurd bi taybetî li ser ciwanên Kurd kir.

Di konferansê de girîngiya rêxistiniya ciwanan a li dijî van êrişan hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bersiva herî xurt a ciwanên Kurd li dijî dagirkeran, rêxistinbûna li her qadê ye.

Di dawiya konferansê de endamên komîteya ciwanan û berdevk hatin hilbijartin.

Çend ji biryarên ku di konferansê de hatin wergirtin wiha ne:

“-Ji bo azadiya Rêber Apo wê bi her awayî çalakî bên lidarxistin.

-Li dijî asîmîlasyon û metirsiyên li ser ciwanên Kurd wê têkoşîn bê meşandin.

-Çalakiyên çandê û sporê wê pêk werin.

-Ciwan wê bên perwerde û birêxistinkirin.

-Jin ên ciwan wê bên birêxistinkirin.

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê tevlî pêngavê bûn

Li aliyê din jî, Komalên Ciwan li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ dabûn destpêkirin.

Ciwanên Kurd yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ew jî tevlî pêngavê bûne.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ silav kir hat û gotin ku wê serkeftin wê ya ciwanên Apoyî be.

Back to top button