Komîteya Parastina Rojnamevanan a Amerîkî banga berdana Umêd Beroşkî kir

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Amerîkî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê Rojnameger Umîd Beroşkî serbest berdin û astengkirina medyayê rawestînin.
Parlamenterên Iraqê jî diyar kirin ku biryara cezakirina Rojnameger Umîd Beroşkî siyasî û zalimane ye.

Li Dihokê duh Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî ji 3 dozan hate dadgehkirin.

Dadgehê salek û 240 hezar dînar ceza li Rojnameger Umêd Beroşkî birî.

Ji derveyî van dozên li Umêd hatine vekirin, Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘xelkê teşwîqî xwepêşandanê dike’ li gel Mamsota Bedel Berwarî di roja 16’ê sibata îsal hate dadgehkirin û piştre dosya wî şandin Dadgeha Lêkolînê kir.

Wê di 29’ê tîrmehê de Umêd Beroşkî û Mamosta Bedel Berwerî li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê careke din werin dadgehkirin.

The Committee to Protect Journalist (CPJ) ango Komîteya Parastina Rojnamevanan ku saziyeke Amerîkî ne girêdayî hikûmetê ye derbarê mijarê daxuyaniyek da.

Komîteya Parastina Rojnamevanan fikarên xwe anî ziman û got ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi cezakirina Rojnameger Umêd Beroşkî dubare nîşan da ku qadên karê rojnamegeriya azad tine dikin.

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Ignacio Miguel Delgado bang li hikûmeta Başûr kir ku tavilê Beroşkî serbest berdin û astengkirina medyayê rawestînin.

Parlamenterên Iraqê: Biryara cezakirina Umêd Beroşkî siyasî û zalimane ye

Li ser mijarê Parlamenter Hacî Reşîd, Parlamenter Rêbwar Kerîm, Parlamenter Xalib Mihemd û Parlamenter Serkewt Şemsedîn ên Iraqê daxuyaniyek hevbeş da.

Parlamenterên Iraqê diyar kirin ku biryara dadgeha Dihokê ya cezakirina Rojnameger Umêd Beroşkî siyasî û zalimane ye.

Parlamenteran got ku yekane sûcê Rojnameger Umêd Beroşkî veguhestina zanyariyên rast bûn û rastî nebûye sedema tirsê û divê Rojnameger Umêd Beroşkî were tazmînatkirin.

Back to top button