CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA GIŞTÎ YÊ HDP’Ê BARIŞ: ME HEVSENGIYA WAN XIRAB KIR

Hilbijartina Herêmî li Tirkiyê pêk hat, pê re jî derbek xurt li AKP’ê hat xistin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Azad Bariş û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz encamên hilbijartinê nirxandin. Rayedaran gotin: Li Tirkiyê me hevsengiya AKP’ê xirab kir.

Li Tirkiyê hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê pêk hat.

Pêkhatina hilbijartinê vê carê derbeyek xurt bû ji AKP’ê re .

Di hilbijartinê de HDP’ê li bajarên kurdan piştgirî da hêzên demokrasiyê û bi vê stratejiya xwe gelek şaredariyên mezin bi AKP’ê da windakirin.

Nirxandinên li ser encamên hilbijartinê jî dewam dikin.

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Azad Bariş, encamên hilbijartinê nirxand.

Azad Bariş, bilêv kir ku AKP kurdan wekî tehdîdê dibîne û got:

“Li Tirkiyê me ev hevkêşe xirab kir.”

Bariş, diyar kir ku divê hilbijartina 31’ê Adarê bi perspektîfeke berfireh esas were girtin û got:

“Di vê hilbijartinê de em HDP bi ser ketin.

Bi encamên hilbijartinê jî stratejiya me li holê ye.”

Bariş bal kişand ser şaredariyên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê û got:

“Li rojavayê Tirkiyeyê stratejiya me veguherî diyaredeyeke wisa ku kesî texmîn nedikir.”

AYDENÎZ: GEL BERSIV DA POLÎTÎKAYA QEYÛMAN

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz encama hilbijartinê û wêrankirina qeyûman ya saziyên girêdayî şeredariyan nirxand.

Aydenîz anî ziman ku desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê di vê hilbijartina rêveberiyên xwecihî de kampanyayek herî dijwar bi gef û gûr bi rêve bir û got:

“Gel bersiv da polîtîkaya qeyûman.”

LI KERBORANÊ JI BILÎ ÎTÎRAZA AKP’Ê ÎTÎRAZA PARTIYÊN DIN HAT REDKIRIN

Li aliyê din li ser sextekarî û hîleyên ku AKP’ê di hilbijartinê de bi kar anîn, îtîraz dewam dikin.

Lîjneya Hilbijartinê ya Kerboranê serlêdana AKP’ê ya ji bo meclîsa şaredariyê qebûl kir.

Lê di hema n wextî de Lîjneyê serlêdana namzetên HDP, CHP, Partiay ÎYÎ û namzetê serbixwe ku ji bo 70 sindoqan red kir.

WALÎTIYA ÎDIRÊ QEDEXEYA 15 ROJAN RAGIHAND

Walîtiya Îdîrê, piştî îtîrazên ji bo encamên hilbijartinê, deng ji nûve hatin jimartin û HDP bi ser ket.

Her wiha walitiyê 15’ê rojan qedexe çalakî û şahiyan li herêmê ragihand.

Piştî serketina HDP’ê ya şaredariyê, şahiya ku dihat payîn wê sibê bê lidarxistin, hat betalkirin.

Leave a Reply

Back to top button