Rêveberiya Deriyê Sêmalka îro bi awayekî fermî derî vekir. Ji bo diyarkirina mekanîzmeya çûn û hatinê, nîqaş di navbera her du aliyên derî de dewam dikin.
Îro Rêverberiya dergeha Sêmalka ji bo çûn û hatinê û rewşên mirovî û bazirganî bi awayekî fermî dergeh vekir.
Hat ragihandin civînên di navbera berpirsên dergeha Sêmalka û dergeha Pêşxabûr de berdewam dikin.
Hat diyar kirin wê piştî civînê di derbarê diyarkirina mekanîzmayên nû yên çûn û hatinê de, daxuyaniyek were dayîn.