Jinan serdana malbata Deniz Poyraz kir

Endam û rêveberên jin ên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, serdana malbata Denîz Poyraz kirin û diyar kirin êrîşa li ser avahiya HDP’ê di heman demê de li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû.
Jinan xwestin konê li ber avahiya HDP’ê a Îzmirê ku hatiye danînin rakin. Polîsan êrişî jinan kirin.
Platforma Jin jî li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiyek li dar xist û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.

Endam û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, serdana malbata Denîz Poyraz kir.

Heyeta jinê li ber konê sersaxiyê daxuyanî da.

Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û destnîşan kir ku êrişa nemerdane ne tenê li dijî HDP’ê ye, li dijî gelê Kurd û jina Kurd e, li dijî têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiyê ye

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî axivî û da zanîn ku di encama polîtîkaya dijminîkirinê ya tifaqa AKP-MHP’ê , avêtin ser avahiya partiya HDP’Ê li Îzmîrê û ew komkujî pêk anîn.

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî axivî û wiha got:
“Denîz ne tenê Denîza min e. Denîz Denîza gelê Kurd e. Hêvîdarim ev rêveçûn wê bibe wesîleya aştiyê.”

Meclisa Jinan a HDP’ê xwest konê li ber avahiya HDP’ê hatiye danîn rakin

Meclîsa Jinan a HDP’ê piştî serdanê malbata Deniz, hatin kolana ku avahiya partiyê ya li Izmîrê û xwestin kona Ku desthilstdariya AKP-MHP’ê ji bo malbatên alîgirên wan danîne, rakin.

Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û diyar kir ku ew kon ji bo hedefgirtina partiya wan HDP’ê hatiye danîn.

Serpîl Kemalbay da zanîn bi şehîdxistina Deniz gule li mirovahiyê hate reşandin, ji ber wê ew navê wê kolanê dikin Denîz Poyraz

Piştî axaftinan, jinan xwest bimeşin, lê polîsan destûr nedan meşê û jin dorpêç kirin.

Jinan piştre dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinên ku çalakiya xwe ya rûniştina domandin kir.

Platforma jinê li Strasburgê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist

Bertek û nerzazîbûnên sazî û rêxistinên derveyî welat jî dijî êrîşa li ser avahiya HDP’ê û şehîdxistina Deniz Poyraz zêde dibin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Platforma Jinê çalakiyek li dar xist û şehîdxistina Denîz Poyraz şermezar kir.

Di daxuyaniya platformê hate destnîşankirin ku HDP yekane tevgera siyasî ya ku li dijî faşîzma li Tirkiyê li ber xwe dide, lewma dibe hedefa desthilatdariyê.

Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy ên ji bo rûniştinên Konseya Ewropayê li Strasbourgê ne tevlî mîtîngê bûn û li dijî komkujiyê peyam dan.

Back to top button