Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran kir

Dîsa ji aliyê Artêşa Tirk û komên xwe yên çete ve li ser herêmê êrîş hebûn û vê carê jî gundewarê bakur-rojhilatê Minbicê armanc kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata yê bakurê Minbicê gundê Hoşeriyê yê bakur rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên dagirkeriyê da.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku êrîş bi çekên giran heta berbanga sibê domiya.

Back to top button