Endamên şandeya aştiyê yên ku li balafirgeha Frankfurt hatin binçavkirin, hatin berdan

10 endamên şandeya aştiyê yên ku ev demekbû li bajarê Hewlêr û ber bi Fankfûrtê ketibûn rê û li balafirgeha Frankfurtê hatin binçavkirin, hatin berdan.

Endamên Şandeya Aştiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk beriya niha hatibûn Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê hatibûn astengkirin û piştre derbasî Silêmaniyê bibûn.

Endamên şandeyê li Silêmaniyê û navçeyên wê bi gelek partî, rêxistin û saziyan re hevdîtin pêk anîn û danustendin kirin.

10 Endamên şandeyê duh vegeriyan Almanyayê, lê li balafirgeha Frankfurtê ji aliyê polîsên Alman ve hatin binçavkirin.

Piştî 4 saetan û şûnde bêyî ku hinceta binçavkirina wan were parvekirin, hatin berdan.

Endamên Şandeyê li balafirxaneya Frankfurtê bi daxuyaniyekê helwesta hikûmeta Alman şermezar kirin.

Back to top button