Ji bo berdana endamên Rêveberiya Xweser û PYD’ê pêngavek hat destpêkirin

Zêdeyî 2 hefte ne tu agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser ên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, nayê wergirtin.
Ji bo berdana wan pêngavek li ser medya civakî hat destpêkirin.

Nûnerên Rêveberiyar Xweser û PYD’ê Mistefa Osman Xelîl, Mistefa Ezîz Mistê û Cîhad Hesen ku di 10’ê Hezîranê ji bo pêşwazîkirina mêvanan çûn Balafirgeha Hewlêrê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin revandin.

Buroya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihandibû ku hîna tu agahî ji endamên wan nehatine girtin û Rêveberiya Hewlêrê jî agahiyê nade PYD’ê û Rêveberiya Xweser.

Ji bo azadkiria nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê pêngavek li ser Medya civakî hat destpêkirin.

Di pêngavê de ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê tê xwestin ku çarenûsa 3 nûneran diyar bikin û bi lez wan berdin.

Li aliyê din beriya çend rojan jî, ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm yê ji bo dermankirina dayika xwe ku xwestin biçin Başûrê Kurdistanê li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin.

 

Back to top button