Şêxê êla El-Elî: Em dijî şerê Sûrî-Sûrî ne ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê derxîne

Şêxê êla El-Elî Remedan El-Rehal diyar kir ku ew bi vê erdnîgariya sûriyê serbilid in û li dijî şerê navxweyî ne ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê derxîne.

Remedan El-Rehal da zanîn ku bûyerên li Sûriyê rû didin armanca sereke ji wan têkbirina elwehiya herêmê ye.

El-Rehal piştrast kir ku bi saya QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne û got:

“Em bi ciwanên xwe QSD`ê bawer in ku axa xwe biparêzin û xwîna hevalên xwe yên şehîd biparêzin.”

Şêxê êla El-Elî da xuyakirin ku divê şêxên eşîran jî ji bo tunekirina fitneyan bi erka xwe rabin ku şêniyan hişyar bikin da ku bi vê fitneyê neyên xapandin.

Her wiha Şêxê êla El-Elî Remedan El-Rehal ev bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir ku bi giştî li hev werin û bibin yek da ku rê li pêşiya van fitneyan bigirin.

Back to top button