Saziya Malbatên Şehîdan: Armanc ji holê rakirina gelê Kurd û nirxên wê ye

Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, Berdevka Tevgera Jinên Azad Soma Ferhad û dayika şehîd êrişên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkir û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ya sereke ji holê rakirina nirxên civaka Kurd û qirkirina gelê Kurde.

Berxwedana gerîlayên HPG û YJA-STAR`ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker didome:

Li Wargeha Mexmûrê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, endamên Komiteya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û gotin:

Ev bû sed sal dewleta Tirk xaka me talan dike û nirxên me yên pîroz binpê dike.

Amanca dewleta Tirk ya sereke ji holê rakirina nirxên civaka Kurd û qirkirina gelê Kurde.

Em bang li hemû malbatên şehîdan dikin ku li hember vê êrîşa komî em bibin yek.

Soma Ferhad: Ne ji PKK’ê be, wê 24 seatan de Başûrê Kurdistanê were dagirkirin

Berdevka Tevgera Jinên Azad a Başûrê Kurdistanê Soma Ferhad jî derbarê êrîşên li ser başûr axivî û diyar kir ku dewleta Tirk êrişî gelek dewlet, herêmên Rojhilata Navîn û tevahî Kurdistanê dike û wiha domand:

Ji 1992`yan ve û heta roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker êrişên leşkerî, siyasî, aborî, çandî, xwezayî dike.

Lê êrişên wê yên leşkerî di asta herî jor de ne.

Dewleta Tirk bi alîkariya PDK dest bi planeke mezin û êrişên dijwar kiriye

Divê her kes baş bizanibin ku dewleta Tirk bi armanca vejandina desthilata osmaniyan, dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Dayika Şehîd: PKK hêzeke netewî û hêza gel e

Dayê Mıhabad Nadir, kurekî wî yê bi navê Botan di nava refên gerîla de tevli karwanê nemiran bûye. Her wiha keçek wê jî niha di nava refên gerîla de cih digre.

Dayê Mihabad êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Kurdistanê şermezar kir û wiha got:

Dewleta Tirk bi eşkere dixwaze Kurdistanê dagir bike û komkujî bi serê me bîne.

PDK jî mîna her carê bûye kiras sorê li pêşiya leşkerên Erdogan û artêşa wê.

PKK hêzek netewiye û hêza gel e. Em qebûl nakin ti hêz û aliyek ji PKK’ê re bêje dagirker.

Back to top button