Yekîneyên parastina jin YPJ bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê rojbûn rêber Ocalan û 6. salvegera damezirandina YPJ’ê pîroz kirin û got: Rojbûna Rêber Ocelan ji bo gelan serdemeke nû , jiyaneke nû û felsefeyek nû ye. Em wek YPJ’ê me biryar û sonda parastina tevahî jinan û gelan di vê rojê de daye.
Fermandariya Giştî ya yekîneyên parastina jin YPJ bi boneya rojbûna rêber Ocalan û 6. salvegera damezirandina YPJ’ê daxuyaniyek da.
YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Roja 4’ê Nîsnê ji bo gelê Kurd û bi taybet jina Kurd roja ji nû ve rojbûna civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e.
Rojbûna Rêber Ocelan di rojhilata navîn de, ji bo gelan serdemeke nû , jiyaneke nû û felsefeyek nû ye.
Em wek YPJ’ê me jî di rojeke wiha dîrokî de biryara avakirina hêza parastinê da.
Me biryar û sonda parastina tevahî jinan û gelan di vê rojê de da.
Ev roj ji bo me bidestxistina bawerî, cesaret , vîna azad e.
Me jî weke jinên kurd, fikir û felsefeya Rêber APO ji bo xwe kir bingehê avakirina rêxistinbûn û artêşbûnê.
Me di 6 salên derbasbûyî de li hemberî dijminê mirovahiyê , yê herî hov DAIŞ , tekoşîneke fikrî , civakî, çandî , siyasî û leşkerî meşand.
Me bi saya rêhevalên xwe yên şehîd jî cîhaneke manewî, exlaqî û wijdanî avakir û diyarî hemû gelan kir.
Fermandariya Giştî ya yekîneyên parastina jin YPJ di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:
Vaye îro jî di encama bedel, fedekarî û tekoşînek dijwar de nasnameya YPJ’ê bûye nasnameya hemû jinên cîhanê.
Ji bo xwedîderketina li rêber Ocalan ji me tê xwestin ku em mîrateya tekoşîna jinê biparêzin û pêşbixin.