Li Dêra Zorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin

Li Dêra Zorê êrîşên şaneyên DAIŞ’ê yên li dijî sivîlan her hene û zêde dibin.. Herî dawî ciwanekî din hat kuştin.

Ajansa ANHA’yê ragihand “Li bajarokê Siwêdan ê rojavayê Dêra Zorê, kesên nenas gule li ciwanê bi navê Mehmûd Mislih El-Yawir reşandin û ew kuşt.”

Hat ragihandin, kesên nenas li ser motorsîklêtekî bûn û piştî ku gule reşandin, reviyan.

Ji bo parastina ewlehiya herêmê jî, QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonên xwe didomîne.

22’ê Hezîranê, Yekîneyên Antî Terorê-YAT’ê yên QSD’ê li bajarokê El-Bisêra 17 çeteyên DAIŞ’ê û kesên ku pêwendî bi wan re dikirin, girtibûn.

Back to top button