Milley: Li Efxanistanê 81 navçe ketine destê Talîbanê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li wê yekê mikut tê ku Efxanistan gav bigav dikeve, destê tevgera Talîbanê.

Serokê Fermanariya Giştî Mark Milley ragihand ku di nava 2 mehên derbasbûyî de, 30-40 navçeyên Efxanistanê kontrol kirine. Koşka Spî jî ragiahnd ku têkildarî dîroka vekişînê ya hatî diyarkirin, ti guhertin pêk nehatiye. Ango heta 11’ê Îlonê wê tevahî hêzên DYA ji welat vekişin.

Tevgera Talîbanê bi despêkirina vekişîna hêzên DYA û NATO ji welat re, dest bi kontrolkirina herêmên stratejîk kiriye.

Serokê Fermanariya Giştî yê DYA Mark Milley têkildarî rewşa heyî di Komîteya Hêzên Çekdarî ya Meclisa Nûneran ya DYA de axivî.

Mark Milley ragihand ku ji 419 navçeyên li Efxanistnaê 81 di bin kontrola Talîbanê de ye.

“50 navçe berê di destê wan de bû.

Di nava du mehên dawiyê de, 30-40 navçeyên din jî kontrol kirin.

Wekî din, ti navendek parêzgehê hîn neketiye destê Talîban. ”

Milley her weha diyar kir ku hîn jî 300,000 kes di artêş û hêza polîsê Afganî de hene, û destnîşan kir ku gelek senaryo piştî vekişîna arteşa Amerîkî gengaz in, di nav wan de şerê navxweyî an lihevhatina siyasî heye.

Artêşa DYA, li ser fermana Serok Joe Biden, 14’ê Nîsanê dest bi vekişîna ji Afganistanê kir.

Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) roja berê ragihand ku ji sedî 50’î vekişîna hêzên wan ji Efxanistanê bidawî bûye.

Her wiha 6 baregehên li welêt ji hêzên Efxanî re hatine hiştin.

Koşka Spî: Di plana vekişînê de ti guhertin pêk nehatiye

Li aliyê din Koşka Spî jî li ser mijarê helwesta welat ya ji bo vekişîna ji Efxanistnaê careke din piştrast kir.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya doh dayî de ragihand ku têkildarî dema ji bo vekişîna ji Efxanistanê hatî diyarkirin ti guhertin çênebûye.

Back to top button