Şandeya KNK’ê serdana Wargeha Mexmûrê kir

Şandeya KNK’ê serdana Wargeha Mexmûrê kir û piştgiriya xwe ya bi gelê wargehê re anî ziman.

Şande ji aliyê çalakvanên greva birçîbûnê û berdevkên saziyên Wargehê ve hatin pêşwazîkirin.

Her dû aliyan kêfxweşiya xwe ya ji serdanê re anî ziman û nirxandin di derbarî rewşa heyî û ya wargehê de kirin.

Piştî gotibêjan, şande çû cihê êrişa ku di 5’ê Hezîranê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin.

Li wir Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir.

Zeyneb anî ziman ku êrîşa li ser Mexmûrê li dijî mafên mirovan û qanûnên navdewletî ye.

Back to top button