Navenda Radyoya Rojava ku niha li bajarê Hesekê weşanê dike, bi boneya salvegera 6’mîn a damezrandina radyoyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Navenda Radyoya Rojava wiha ye;
Em salvegera 6’emîn a damezrandina Radyo Rojava li tevahî şervanên azadiyê, gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdan pîroz dikin.
Di vê roja pîroz de hem rojbûna Ocalan eû hem damezrandina YPJ’ê em dest bi weşana xwe kir.
Piştî êrîşa dewleta tirk a dagirker ji bo tolhildana şehîdên me, damezrandina Radyo ji nû ve yek ji gavên sereke ji bo tolhildana van şehîdan bû.
Piştî 8 mehan ji weşana nû û 6 sal ji damezrandina Radyo dîsa em bi weşangeriya xwe ya zindî li qadeke berfireh ji Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.
Her wiha em hewl didin dengê radyoyê bigihînin her deverê.
Niha jî em bi (2) pêlên xwe weşanê dikin:
Yek li stasyona çiyayê Kizwana li ser pêla 104.2 ye.
Ya din jî li stasyona çiyayê Qereçox li ser pêla 89.4 e.