Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî dijî dagirkeriyê daketin qadan

Îro şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê daketin qadan û berxwedana gerîla silav kirin.
Desteya ciwan û werzîşê a herêma cizîrê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek dan û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk a li ser xaka başûrê kudistanê bertekên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê her li darin.

Vê car jî bertekeke tund ji şêniyên nvaçeya Eyn Îsa hat.

Şêniyên nvaçeyê tevî koçberê Girê Spî daketin qadan û bi dirûşmeyan dagirkerî şermezar kirin.

Piştî çalekî veguherî Mîtîngê, axafitn hatin kirin.

kesên axivîn berxwedana gerlîa a li dijî dagirkeriyê silav kirin û diyar kirin ku tirkiye bi dagirkeriyê hewl dide nava hemû pêkhateyan de tevlî-hevî derxe.

Her weha bang li PDK’ê hat kirin ku hevkariya xwe bi dijmin re qut bike û ji bo gelê kurd bixebite.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû..

“Bi rihê berxwedana gelan em ê têkoşîna azadiyê bidomînin”

Bi heman armancê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêber Ebdullah Ocalan desteya ciwan û werzîşê a herêma cizîrê li pêşiya navenda çand û hunera Qamişlo daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin.

Êriş û kirinên ku dewleta Tirk li ser xaka başûrê kurdistanê, bakur û rojhilatê sûriyê û tecrîsa li ser rêber ocalan dike heman siyaset e qirkirina gelan bi tayîbet gelê kurd e.

Lê li hember vê dagirkeriyê wê berxwedana gelan serbikeve û heta serkeftinê têkoşîna me wê bidome.

Back to top button